Li Bismilê 500 donim genim şewitî

Li Bismilê 500 donim genim şewitî

Li navçeya Bismilê ya Diyarbekirê bi qasî 500 donim genimê çandiniyê şewitî.

Bûyer li zeviya genim a ku taxên bejahiya Alabal, Gûroluk û Hanpazar ên navçeya Bismilê digihêje hev, pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di zeviya genim de ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Bi bandora bayê şewat di demeke kurt de li qadeke berfireh belav bû.

Piştî şewatê îtfaiye hatin agahdarkirin. Gundiyan bi îmkanên xwe hewl dan agir vemirînin. Ekîbên li cihê bûyerê agir bi dijwarî xistin bin kontrolê.

Di tespîtên ewil ên ku piştî xebatên sarkirinê hatin kirin de hat tespîtkirin ku nêzî 500 donim qada genim hatiye çandin şewitiye.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Duh jî li heman navçeyê nêzî 30 donim zeviyên çandiniyê şewitî.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.