Li Bismilê Merasîma Îcazetê

Li Bismilê Merasîma Îcazetê

Li camiya Îhsaniyê ya Bismila Diyarbekirê, 7 feqiyan tehsîla xwe ya îlmên Îslamî û Erebî qedandin.

Li camiya Îhsaniyê ya Bismila Diyarbekirê, 7 feqiyan tehsîla xwe ya îlmên Îslamî û Erebî qedandin. Ji bo dana îcazetnama wan merasîmek hat lidarxistin. Temsîlkarên partiyan, maqulên civatê, saziyên sivîl û gelek hemwelatî tevlî merasîmê bûn.

Serekê teşkîlata navçeya Bismilê Elî Bîlmez, miftiyê navçeyê Hanîfî Balli, miftiyê Farqînê Hesen Çelebî, weşankarê kovara Kelhaamedê Mela Ebdulqûddûs Yalçin, lêkolîner û nivîskar Husnu Geçer, gelek alim û maqûlên civatê û welatî tevlî merasîma dana îcazetê bûn. Pey xwendina Quran û xeberdanan, dua îcazetê hat xwendin û îcazet hatin dayîn. Melayên ku îcazetên xwe wergirtin, beyan kirin ku bi heyecan in. Malavahiya beşdaran kirin û wiha gotin “Îlm zor û xweş e. Ji bo em bigihêjin van rojan, me pir sebir kir û pir xwend. Înşallah di vê tehsîlê de em nasekinin.” BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.