Li Bismilê wesayît li tirê qelibî: 2 mirî

Li Bismilê wesayît li tirê qelibî: 2 mirî

Li nevçeya Bismila Dîyarbekirê wesayîtekî, ji paş ve li tirekî qelibî, di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Qeza, doh di seatên êvarê de li alîyê Qerekoprîya Bismilê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 35 ADU 491, ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn li tirekî qelibî.

Hat destnîşankirin di encama qezayê de du birayên bi navê Feyzî û Kadrî Gumuş canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên birayan ji bo otopsîyê ji merga Nexweşxaneya Dewleta Bismilê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de teheqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.