Li Boluyê Qeza

Li Boluyê Qeza

Di Netîca Qezayê De 10 Kes Mirin û 32 Kes Birîndar In

Li Bolûyê li ser rêya Tem, li Çaryan Paşakoyu qezayên li pey hev pêk hatin. Di netîca van qezayan de 10 kes mirin.

Di qezaya ku di nav Tir, otobosa rêwiyan û minîbûsê de pêk hat de deh kes mirin û bi dehan jî birîndar hene. Di qezaya ku di navbera sê wesaîtên mezin de çêbûde adeta qetlî’am çêbû. 

Di rêya ku ji ber xebatên çêkirinê çûn û hatin li ser şerîde kî bû, dora se’et duduwa de Tira ku ji ‘Enqera bi bal Stenbolê ve diçû bi otobosekî re li hev ket minîbûsa ku li pişt otobosê bû jî ket nava her dû wasîteyên mezin.

Di dema qezayê de deh welatî mirin û gelek welatî jî birîndar ketin. Ji ber qezaya wek qetlî’amê demekê rê ji bo çûn û hatinê hat girtin.

Kesên birîndar bi ambulansên hatin ciyê qezayê hatin rakirin nexweşxaneyên li der û dorê Bolûyê.

Di derbarê qezayê de lêpirsîna ‘edlî hat vekirin. (Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.