Li Brezîlyayê di girtîgehê de îsyan: 60 mirî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Brezîlyayê di encama îsyana ku mehkûman di girtîhehê de destpêkirin herî kêm 60 kes mirin.
Gor agahiyên ku hatine bidestxistin li Brezîlyayê di Girtîgeha Manausê de di encama îsyana ku ji teref 2 rêxistinên sûcan ve hat destpêkirin de herî kêm 60 kes mirin.
Îsyana ku roja yekşemê piştî nîvro destpê kir nêzî 15 saetan sibeya duşemê dawî lê hat. Rêvebiran diyar kirin ku piştî şerê alozî derketiye û di encama aloziyê de herî kêm 60 mehkûm jiyana xwe ji dest dane.
Her wiha tê ragihandin ku serê hinek mehkûman hatine jêkirin. Dûvre 12 gardiyanên ku ji teref mehkûman ve wek esîr hatine girtin dûbare hatine serbestberdan. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.