Li Bûrsayê di navbera cîranan de pevçûn: Mirîyek, 3 birîndar

Li Bûrsayê di navbera cîranan de pevçûn: Mirîyek, 3 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Kolana Hurrîyeta Çayira navçeya Yenîşehîra Bûrsayê di navbera cîranan de pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin,di navbera H.G û E.T yên ku di malên xwe de rûdiniştin de şereke ku sedema wê nayê zanîn derket.

Bi mezinbûna şerê H.G., bi tivingê êrîşî E.T. û S.K, M.K. û M.K yên ku li cem wî bûn kir.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

E.T.yê ku ji 4 birîndarên ku hatin rakirin nexweşxaneyê ye digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da. Rewşa 3 birîndarên dinê jî baş e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.