Li Bûrsayê Şeva Şehîdan
Koordinatoriya platforma evîndarên pêxember ya Bûrsayê, li ser şehîd û şehadetê, bernama şeva şehîdan li dar xist.
Koordinatoriya platforma evîndarên pêxember ya Bûrsayê, li ser şehîd û şehadetê, bernama şeva şehîdan li dar xist.
Bername ji devê Mela Elî Arslan bi xwendina Quranê dest pê kir. Di bernamê de nivîskar û weşankarê qezeta Doğrûhaberê Mela Mehmed Goktaş xeber da. Goktaş xoca, ji coğrafya îslamê ji şehîdan mîsal anîn. Dûre beyan kir ku, li hêla başurê rojhilat, nêzî 25 hezar musluman bi carekê ve, ketine bin îşkenceyan. Bi mehan di binçav de mane. Îro ji wan gelek behsa eziyet û îşkencê dîtine nakin. Gava ku behs dikin jî, em ji ber xwe fedî dikin.
Pey xeberdana mela Mehmet Goktaş, di heqê mehkeme û îdamkirina şehîd Seyyîd Kutub de, tiyatroyek hat lîztin. Koma Îkrayê bi îlahî û merşên xwe, bername rengîn kir. Millet ji ber xeberdan û tiyatroyê bi huzin bûn.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.