Li Çadirqempê Pevçûn

Li Çadirqempê Pevçûn

Multeciyên Sûriye Li Kîlîsê, Ji Ber Neqîma Avê, Qempê Tevlîhev Kirin

Li gor xeberan hat diyar kirin ku multeciyên li çadirqempa Kîlîsê bicîhkirî, bi hinceta ava neqîm, qempê tevlîhev kirin. Di hadîseyê de, 4 polîs birîndar bûn. Multeciyan bi hinceta ava tê dayîn neqîm e, bi kêr û kevira, pevçûn der xistin. Qederê 500 multecî, qempê tevlîhev kirin. 4 polîs birîndar bûn. Wan rakirin nexweşxanê.

Do berdestê êvarê, multecî civiyan û dest bi protestoyê kirin. Polîs xwest wan belav ke. Lê multeciyan anîn ziman ku ava didin wan neqîme, ji ber vê yekê jî guhnedan polîsan. Li ber mudaxela polîsan, multeciyan jî konteynirên çopê şewitandin, bi kêr û keviran êrîşî polîsan kirin. Çar polîs birîndar bûn. Ji ber ku hadîse mezin bû, ji emniyet û cendermê, hêzên teqwiye sewkî qempê bûn. Ji bo protestowanan ji hev belav bikin, gaza îsotê avêtin nav multeciyan. 10 multecî ji ber gazê rakirin xestê.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.