Li Çelê Şer
Di Operasyonan De Kuştî û Brîndar Hene.
Xeberan diyar kir ku li hêla Colemêrgê li navçeya Çelê operasyonên eskeriyê hene. Operasyon li sînorê İraqê li herêma Kawşatê pêk tên. Di operasyonan de helîkopterên qobrayê û jetên F-16 jî tên bikar anîn.
Hat îfade kirin ku di operasyonan de di navbera esker û mensûbên PKKê de şer qewimiye. Di hadîseyan de 2 esker û 13 mensûbên PKKê hatin kuştin, 4 esker jî brîndar bûn. Hat gotin ku operasyon dewam dike.
Li gor beyana walîtiya Şirnexê hat diyar kirin ku 6 mensûbên PKKê, ji qempên PKKê reviyana, li Şirnexê xwe berdestî hêzên ewlehiyê kirine.
Li aliyê din, sereke AKPyî Hemît Çelîkkanat yê revandî hat berdan. Hemît Çelîkkanatê serekê AKPê yê navçeya Sûra Diyarbekir, di îda Remezanê de li navçeya Pîranê, ji teref mensûbên PKKê ve hatibû revandin. (bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.