Li Çelêya Colemêrgê Esker û PKK Şerkirin: 13 Kuştî
Do bi şev mensûbên PKKê, li Çelê ya navçeya Colemêrgê, êrîşî qereqoleke eskeriyê kirin.
Do bi şev mensûbên PKKê, li Çelê ya navçeya Colemêrgê, êrîşî qereqoleke eskeriyê kirin. Di pevçûnan de ûzman çawîşek hat kuştin, 2 esker jî birîndar bûn. Di şer de hat îddîa kirin ku 12 mîlîtanên PKKê jî hatine kuştin. Hadîse li qereqola Qarataşa li sînor qewimî. Li gor xeber û îddîa walîtiya Hekkarî, mensûbên PKKê bi sîlehên otomatîk êrîş birine ser qereqolê. Piştî êrîşê, eskeriyê herêm daye ber gullê topan. Hat gotin ku operasyon dewam dike.
Li aliyê din li Mêrsînê, teşkîlata BDPê di 2011an de ji bo zelzela Wanê kampanyaya alîkariyê dest pê kiribû. Hat îddîa kirin ku çewalên alîkariyê li pazarê tên firotin. Li ser îxbarê di 2 depoyan de 128 çewal malzeme hatin dîtin. Bi talîmata sewcîtiyê, wan malzeme hatin mohr kirin û hatin desteser kirin.
Mensûbê teşkîlata BDPê di beyana xwe de wiha got “Van malzeme ji teref BDPê ve, ji bo zelzela Wanê hatibûn berhev kirin. Hinek hatin şandin. Hinek jî man. Ji bo em kîra vê derê derxin, em carna van malzema dibin pazarê û difiroşin. Wexta em didin feqîran em ji wan meqbûzan nagrin.”
Her wiha li Mêrsînê hinek aligirên PKKê, bi molotofan êrîşî şûbeyên dikanên kesekî dîndar dikin. Berî niha jî gelek caran êrîş biribûn ser van dikanan. Xisarên mezin yên maddî çêbûbûn. Ji ber vê yekê jî kesê dîndar mecbûrî çend şûbeyên xwe girtibûn. Hat beyan kirin ku xwedîyê dikanan ji ber ku dîndar e, vê zulmê li wî dikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.