Li Çêrmûgê qezaya trafîkê: 3 mirî 5 birîndar

Li Çêrmûgê qezaya trafîkê: 3 mirî 5 birîndar

Hat ragihandin ku li navçeya Çêrûga Dîyarbekirê 3 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, doh di seat 21.30yan de li pêşîya Lîseya Anadoluya bi Gelek Proxrama Çêrmûgê ya ku li ser Ceddeya Dîyarbekir a Taxa Tepeyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li pêşîya Lîseya Anadoluya bi Gelek Proxrama Çêrmûgê 3 erebe li hev qelibîn. Di encama qezayê de Hasan K. (16), Koçalî Î. (17) û Hasan T. (18) canê xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser xebedayîna mirovan ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler