Li Çewlîg û Dêrsimê ji ber berfê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Li Çewlîg û Dêrsimê ji ber berfê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn

Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li 3 taxên Çewligê û 5 taxên Dêrsimê perwerdehî ji bo rojekê hat sekinandin.

Di daxuyaniyên qeymeqamtiya Kanîreş û Kîgê ya Çewliqê de hat ragihandin ku ji ber barîna berfê û şert û mercên nebaş ên hewayê 17ê Çileyê roja Çarşemê hemû dibistanên navend û gundan hatin tatîlkirin.

Qeymeqamtiya Yedîsuyê jî weha got, "Ji ber barîna berfeke zêde, serma û cemedê ya li navçeya me, 17ê Çileyê roja Çarşemê li dibistanên Kurdan û Doşengîyê ji bo xwendekarên di çarçoveya perwerdeya veguheztinê de perwerdehî 1 roj hat sekinandin."

Walîtiya Dêrsimê ragihand ku ji ber barîna berfê di 17ê Çileyê de li navçeyên Nazimiye, Pûlûmûr, Hozat, Ovacik, Mazgirtê û dibistanên gundê Pertekê perwerdehî hatiye rawestandin û personelên ducanî û astengdar ên li saziyên cemaweriyê dixebitin dê ji bo îzna îdarî bên dîtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.