Li Çewligê Mîtînga Tofana Eqsayê

Li Çewligê Mîtînga Tofana Eqsayê

Mîtînga Desteka ji Tofana Eqasyê re ku ji teref Serokatîya Bajara Çewligê yê HUDA PARê ve hatibû lidarxistin bi hezaran mirovan beşdar bûn.

Êrîş, qetlîam û qirkirina li Xezzeyê a ji teref rejîma îşxalker ve ev bû 65 roje berdewam dike, di heman demê de ji çar alîyê dinyayê bertekên ku tên dayîn dibe wek çîya û mezin dibe.

HUDA PARê ku ji 7ê Cotmehê roja destpêka êrîşan vir ve li gelek bajaran mîtîngên destekê lidardixe, îro jî li Çewligê mîtîngekî bi navê Ji Tofana Eqsayê re Destek tertîp dike.

Mîtînga ku li ber Camîya Mezin hat tertîpkirin bi beşdarbûna gelek mirovan dest pê kir.

Mîtîng bi xwendina Quranê dest pê kir û Serokê Bajarê Çewligê yê HUDA PARê Refîk Alpaya axavtinekî silavdayînê kir.

Alpaya di axavtina xwe de weha got, “Armanca kombûna me ya li vê derê tebrîk kirina berxwedana bi nav û deng yê micahîdên ku ji bo şehadetê ketine nav pêşbirkê, telînkirina îsraîla rêxistina terorê û azadkirina Mescîdî Eqsa û Quds e ye.”

“Ji xelkê Fîlîstînê re qetlîam û qirkirinê bikartînin”

Alpaya îfade kir ku rejîma îşxalker a sîyonîst 75 sal e qetlîam û qirkirinê li dar dixe, “Xûşk û birayên min ên hêja, hûn jî zanin ku îsraîla rêxistina terorê ya sîyonîst desteka mezin a emperyalîstan jî girtîye pişta xwe û ev bû 75 sal e li ser axên Fîlîstînê polîtîqaya îşxal û qirkirinê lidaridixe. Ji bona ku temamê axên Fîlîstînê û Mescîdî Eqsayê bike bin hîmaya xwe, ji bona ku tehcîr û bêînsanîyetê bikin xelkê Fîlîsîtînê ji axên wan derdixin derve. Ji xelkê Fîlîstînê ku li hember vê polîtîqayê disekinîn re jî qetlîam û qirkirinê bikartînin. Wan terorîstan heta niha 10 milyon Fîlîstînîyan ji axên wan derxistine û bi dehhezarên wan jî şehîd kirine. Di zindanên wan de jî bi hezaran pîrek û zarok êsîr tênê girtin.

2,4 milyon Fîlîstînîyên ku li ser axên xwe mane û berxwedanê lidardixin jî di nav Şerîda Xezzeya ku temamê wî 340 kîlometrekare ye de kirine nav hefsê û wan dorpêç kirine. Ji bona ku îşxalê berfireh bikin jî her roj li vê derê cîhan xera dike û ji cîhên ku xera kirîye jî ji bo şênîyên îşxalkeran xanîyan lêdike.”

Alpaya di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku bi operasyona Tofana Eqsayê ji sîyonîstên îşxalkeran re derbeyekî mezin hatîye lêxistin, “Bi pêşevanîya HAMASê ku piranîya wan ji zarokên şehîdan pêk tênê ji vê hêza mezin ya ku hemû dinya ji wî re destekê dide re, ji ev îşxala ku hemû dinya tenê wî temaşe dike re berxwedanekî bi nav û deng hatîye destpêkirin. Ev komên berxwedanê jî ji bona ku ji Xezzeyê re nefesekî bidin standin di 7ê Cotmehê de li dijî baregeh û leşkerî yên îsraîla terorîst bi navê Tofana Eqsayê operasyonekî dan destpêkirin. Ew bi vê operasyonê ji wê îsraîla rêxistina terorîst re derbeyekî mezin lêxistine, gelek terorîstên sîyonîst kuştine û hinekên wan jî êsîr girtine.

Ji wê rojê pê ve îsraîla rêxistina terorîstê sîyonîst, ji bona îtîbar û navê dengê xwe yê ku winda kirîye ji nû ve qezenc bike tu sînorekî însanî nasnake û bi hemû qeweta xwe êrîşî Xezzeyê dike. Li Xezzeyê qetlîam û qirkirinê lidardixe, Xezzeyê kirîye wek dikana goştê. Hemû deran bombe dike ku nabêje li wê derê zarok, pîrek, bebik û îxtîyar hene. Wan terorîstan dibistan, camî, nexweşxane û dêran bombe dike û hemû dinya jî ji vê wehşetê re bêdeng dimîne û vê wehşetê temaşe dike.”

“Em ji bona mesulîyeta xwe ya însanî bi cîh bînin dixebitin”

Alpaya di berdewama axavtina xwe de derheqê boyqotê de jî axivî û weha got, “Bi sînor û peymanên navneteweyî jî xelkên Misilman hatine dorpêçkirin, dest û milê me girê dane, em nikarin bighêjin îmdada xûşk û birayên xwe. Encax em bi vê mîtîngê alîyê xwe îlan dikin. Bi vê şeklê em ji we dixwazin ku malên îsraîla rêxistina terorîst em tev bi hev re boyqot bikin, neslê xwe jî derheqê ev wehşet û zilmê de zanedar bikin. Em bi dua û destekên meddî ji bona ku mesulîyeta xwe yên însanî û Îslamî bi cîh bînin dixebitin.”

Alpaya di berdewama axavtina xwe de ji hikûmetên welatên Îslamê û îdarevanan re jî bang kir û weha got:

“Ji çem heta behrê ew der Fîlîstîn e. Li ser axên Fîlîstînê dewletekî bi navê îsraîlê tine ye û em tiştekî ewakî jî qebûl nakin. Temsîlkarê tenê û meşrû yê xelkê Fîlîstînê HAMAS û Tevgerên Berxwedanê ên ku li hember îsraîla rêxistina terorê cîhadê dikin in. Tu qerar û teklîfekî ku HAMAS û Tevgerên Berxwedanê qebûl nekin divê neynê qebûlkirin.

Em ji li vê derê bang li hemû welatên Îslamê dikin, hemû minasebetên xwe yên dîplomatîk û bazirganî yê bi îsraîla rêxistina terorê re hene qut bikin. Îsraîla terorîst li Fîlîstînê dilopekî avê jî ji xûşk û birayên me re pir dibîne, di vê demê de û bi vê şeklê em ji şandina xwarin û sotemenîyê nerazîbûna xwe îlan dikin, hûnê hesabê ev tiştê nikaribin ji Xwedê re bidin.”

Bername bi axivker û bi xwendina îlahî ya ji teref hunermendên Ajansa Ozlemê ve berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.