Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 3 milyon û 867 hezar kesan

Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 3 milyon û 867 hezar kesan

​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 3 milyon û 867 hezar kes mirin.

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 3 milyon û 867 hezar kesan û hejmara kesên pêketî jî derket 178 milyon û 608 hezar û 331 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 616 hezar kesan.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.