Li Çinarê du wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li Çinarê du wesayît li hev qelibîn: 4 birîndar

Li Çinara Diyarbekirê serwîsa xwendekaran û wesayîtek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 4 kes birîndar bûn.

Qeza li nêzî Gundê Yenîmahalleya ku ji Çinarê 5 kîlometre dûr e pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin serwîsa xwendekaran a bi  plaqeya 21 ED 920 ya ku şofêra wê Mehmet Baltaci bû û wesayîta ku şofêrê wê Asim Aydin bû li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Bunyamîn Demîrel, Fatîh Baltacı, Hîkmet Turkoğlu û Azîze Aydın birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.