Li Çînê avahî şewitî: 6 mirî
Li Çînê di avahiyekê de şewat derket. Di encama şewatê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Li Çînê di qatê 38an yê avahiyeke ku wek balexane tê binavkirin de şewat derket. Di encama şewatê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li devera Tîencîn Hişî yê di balexaneyekê de pêk hat. Li gor agahiyên hatin wergirtin di qatê 38an ya balexaneyê de ji ber sedemek ne eşkere şewat derket.
Li ser xeber dayînê, ekîbên agirkujiyê sewqî ciyê bûyerê hatin kirin û piştî mûdaxeleyeke zêden bi zor û zehmet agir bi temamî hat tefandin.
Di encama şewatê de 6 kes mirin, 5 kesên ku birîndar bûbûn hatin rakirin nexweşxaneyan û hatin xistin bin qontorolê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.