Li Çînê Teqîna Grîzûyê

Li Çînê Teqîna Grîzûyê

Li bakurê rojavayê Çînê, li herêma Sîncana Uygûra xweser, di ocaxeke komirê de, teqîna grîzûyê qewimî

Li bakurê rojavayê Çînê, li herêma Sîncana Uygûra xweser, di ocaxeke komirê de, teqîna grîzûyê qewimî. Pey teqînê, ji 34 karkeran 12 heban firsenda rev û derketinê dîtin. Lê mixabin 22 karker mehsûr man.

   Xebatên rizgarkirina wan hatin kirin. Lê ji wan tenê karkerek hat xelaskirin. Hat gotin ku yên din can dane. Rayedaran li ser hadîseyê dest bi lêpirsînê kir.

   Tê gotin ku li Çînê di ocaxan de zêde qeza diqewimin. Par li gorî reqemên resmî, hezar û 384 karkeran di qezayan de can dane. Li ser tedbîr û kontrolan, hejmara miriyan her çiqas hinekî daketibe jî, gelek ocax guhnadin tedbîrên ewlehiyê.

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.