Li Cizîrê Teqîn: Zarokek Birîndar Ket
Li Cizîrê qûntara ciyayê Cûdiyê li herêma Tabûra Hîsar a ‘Eskerî teqînek pêk hat.
Li Cizîrê qûntara ciyayê Cûdiyê li herêma Tabûra Hîsar a ‘Eskerî teqînek pêk hat.
Di teqîna ku çêbû de zarokekî 15 salî bi navê Mehmet Çelîk ku derketibû heywanên xwe bêçêrîne bi awayekî giran birîndar ket.
Zarokê ku di teqînê de birîndar ket hat rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê. Pey mudaxeleya ‘ewil ku li vira hat kirin zarok hat sewq kirin Zanîngeha Dîcleyê a li Amedê.
Hat beyan kirin ku zarok ji qezaya Warto a Mûşê ji bo heywanên xwe biçêrîne hatiye wê herêmê û maddeyeke teqînê ku li wê derê dîtiye di destê wî de teqiyaye, di netîca vê teqînê de jî ji dest, ling û rûyê xwe bi awayekî giran birîndar ketiye.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîna ‘edlî didome.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.