Li Colemêrgê mînîbûs teqle avêt: 8 birîndar

Li Colemêrgê mînîbûs teqle avêt: 8 birîndar

Mînîbûsek li ser rêya Colemêrg-WANê teqle avêt û qeza kir, di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Çîftlîkê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin , tankêra sotemenîyê ya ku dihat Colemêrgê, ji ber hewaya ku şilîye di bin kontrola şofêr de derket û qelibî. Ji ber sotemenîya ku ji tenkêrê diherikîya dolmîşa rêwîyan şiqitî û teqle avêt.

Di encama qezayê de 8 kesên ku di nav mînîbûsê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye, AFAD û cendermeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewlet a Colemergê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.