Li Colemêrgê operasyon: 2 PKKyî hatin girtin

Li Colemêrgê operasyon: 2 PKKyî hatin girtin

Li Çelêya navçeya Colemêrgê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 4 kes hatin binçavkirin.

Li Çelêya navçeya Colemêrgê li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de ji 4 kesên ku hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin.

Li gor beyanata ku ji teref Walîtiyê ve hat dayîn “Di 27ê Mijdarê de li navçeya Çelêya Colemêrgê li dijî “Endamên PKK/KCK yên rêxistinên terorî ya bi çek” operasyon hat lidarxistin û 4 kes hatin binçavkirin. 4 kesên gumanbar di 28ê Mijdarê de derketin pêşberî mehkemeyê, jê 2 kes bi şertê qontrolê hatin berdan û 2 kes jî hatin girtin.”

Di beyanatê de hat îfadekirin ku: “Do şev saet di 21.00an de li navçeya Şemzînanê li ser navnîşanekê de operasyon hat lidarxistin û kesekî “Endamê rêxistina terorî ya bi çek” bû û di heqê wî de berî niha lêgerîn hebû hat binçavkirin.”

Hat îfadekirin ku derbarê mijarê de tehqîqetên edlî dewam dikin.

ÎLKHA


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.