Li Colemêrgê Şer
Li Navçeya Çelê Di Şer De 3 Esker û 3 Pkkyî Hatin Kuştin
Li Colemêrgê li navçeya Çelê, êrîş li hinek qereqolên cendermê hatin kirin. Hat gotin ku mensûbên PKKê bi havan û sîlehên otomatîk êrîşî qereqolên İşikli, Karataş û Gazîtepê kirine. Di şerê navbera esker û PKKê de 3 esker û 3 PKKyî hatin kuştin. Eskerek jî birîndar bû. Li ser hadîseyan li herêmê operasyona eskeriyê dest pê kir.
Do jî, mensûbên PKKê, riya Dêrsim û Elezîzê birîbûn û otobosa serwîsa amelên baraja Tatarê şewitandibûn. Hadîse di 35 kîlometreya rê de qewimî. PKKyî şofêr û rêwiyan ji wesaîtê didin peyakirin û dûre jî agir bera otobosê didin. Otobos bi temamî şewitî.
Li aliyê din hat îfade kirin ku 3 jinên mamoste û xizmetkarekî mektebê yên do hatibûn revandin, hatine berdan.
www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.