Li Çolig Merasîma Vebûna HÜDA PAR'ê
Partiya Doza Azad Huda Par, li welat li ser teşkîlatên xwe dixebite. Li Çolig bîna teşkîlata Huda Parê, bi coş û merasîm hate vekirin.
Partiya Doza Azad Huda Par, li welat li ser teşkîlatên xwe dixebite. Li Çolig bîna teşkîlata Huda Parê, bi coş û merasîm hate vekirin. Serekê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz, tevlî merasîmê bû.
Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey xwendina Quranê, serekê teşkîlata bajarê Bîngolê Hemdûllah Tasali, xeberdanek kurt kir. Da zanîn ku, wê partiya wan li ser edalet û hurriyet û piştevaniyê bisekine.
Serekê partiyê parêzer Huseyîn Yilmaz jî, di peyva xwe de îfade kir ku, doza wan doza xelkê ya edalet û azadî û biheq e. Yilmaz weha got “Milletê Çolig çawa piştevan û aşiqê doza Şêx Seîd bûne, ew ê li doza Huda Parê jî xwedî derkevin. Riya me dirêj û fedakariyên ciddî dixwaze.”
Pey xeberdanan bîna teşkîlatê hat vekirin û temsîlkar û dildayên partiyê hatin qebûlkirin. bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.