Li çoltera Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Li 7 gundên girêdayê Midyad û Kerborana Mêrdînê qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hatiye dayîn hat destnîşankirin îro ji seat 08.00an pê ve li gundên Doluca, Marenka û Yumurtaliya girêdayê Kerboranê û li gundên Yeşîloz, Guvenlî, Begendî û Tanyeriya girêdayê Midyadê ji ber operasyonên ku dê li dijî PKKê bên lidarxistin heta daxuyaniyeke din derketina derve hat qedexekirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.