Li Cûdî Operasyon, Li Şirnexê 16 Kes Hatin Girtin

Li Cûdî Operasyon, Li Şirnexê 16 Kes Hatin Girtin

Bi operasyon û şerê di navbera esker û PKKê de, şerpezehiya millet jî dewam dike.

Bi operasyon û şerê di navbera esker û PKKê de, şerpezehiya millet jî dewam dike. Lewra kesên ewilî rastî encamê pevçûnan dibin, millet û mezlûmên herêmê ne. Her dû alî jî giranî û te’deyên xwe li millet bar dikin ku terefdarî û alîkariya wan bike.

Hat îfade kirin ku eskerî bi desteka helîkopterên qobrayê, li çol û çiyayê Cûdiyê, li pêşberê PKKê operasyon li dar dixe. Êrîş û bombardimanên helîkopteran, ji dûranî ve jî xuya dibin. Duxan bi ser çiyayê Cûdî ketiye. Gelek esker sewkî herêmê bune. Dengê sîlehan ji gelek gundan ve tên bihîstin.

Li aliyê din, li merkez û navçeyên bajarê Şirnexê jî, operasyonên li ber KCKê dewam dikin. Bi îddîa ku ji bo PKKê bi sîleh û molotof û keviran, êrîş kirine, li merkeza Şirnexê 9, li Hezexê 4 û li Cizîrê jî 3 kes hatin desteserkirin.   www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.