Li Denîzliyê qezaya trafîkê: 25 birîndar

Li Denîzliyê qezaya trafîkê: 25 birîndar

Di qezaya zincirî ya ku li ser Rêbeja Denîzlî-Entalyayê pêk hat de 17 jê xwendekar tevde 25 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 17.30an de li ser Rêbeja Denîzlî-Entalyayê li Xaçarêya Kellecî Kardeşlerê pêk hat. Hat ragihandin di xaçarêyê de çend wesayît li hev qelibîn û di nav wan de serwîsa xwendekaran jî hebû. Di encama qezaya ku pêk hat de 17 jê xwendekar tev de 25 kes birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.