Li Derîyê Sînor a Xabûrê 850 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li Derîyê Sînor a Xabûrê 850 kîlo eroîn hat bidestxistin

Di operasyona ku li Derîyê Sînor a Xabûrê hat lidarxistin de 850 kîlo eroîn hat bidestxistin. Hat diyarkirin ku ev reqem reqema ku di carekî de hatîye qefaltin ê herî mezin e.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Barzirganîyê ve hat belavkirin, di çarçoveya xebatên micadeleya bi sûcên narkotîkî de, di kontrolên ku li Derîyê Sînor a Xabûrê hat lidarxistin de tirekî di nav kategorîya “bi rîske” de hat nirxandin.

Di lêgerîna ku di nav tirê de hat lidarxistin de, 850 kîlo eroîna ku di nav eşyayan de hatîye veşartin hat bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku ev reqem reqema ku di carekî de hatîye qefaltin ê herî mezin e.

Tehqîqata ku derheqê meseleyê de hatîye destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.