Li Dêrsimê Operasyon

Li Dêrsimê Operasyon

Li Çiyayê Mûnzûrê 24 Mensûbên Maoîst Hatin Girtin

Li hêla Dêrsimê di operasyona eskeriyê de 24 mensûbên rêxistinek qomonîst hatin girtin. Operasyon bi desteka hêzên hewayî li çiyayê Mûnzûrê hat rast kirin. Di operasyonê de hat îddîa kirin ku di navbera esker û mensûbên rêxistina han de şer derketiye. Di dawiya şer de 24 mensûbên Maoîst û kesekî ku alîkariya wan dikir, sax hatin girtin.

Berî niha hatibû gotin ku 2 mensûbên PKKê yên ku têkilî cinayeta sawciyê Owacikê bûne, di operasyonê de hatibûn kuştin. Der barê operasyonê de wezîrên karên hundir Îdrîs Naîm Şahîn îfade kir ku orgut û rêxistina han bi navê Partiya Komonîstê Maoîst tê naskirin û mîlîtanên vê partiyê hatine girtin.

Di çarçova vê operasyonê de li Enqerê, Stenbol, Çanakkale, Dêrsim, Dîyarbekir, Zongûldak û Sîwasê li hinek edresan operasyon hatine rastkirin. Di operasyonan de yekun 65 kes hatine binçavkirin.

Li Çolig li navçeya Dara Hênê li gundê Haciyan, di navbera esker û PKKyiyan de şer qewimî. Hat gotin ku di şer de cerdevanek birîdar buye, mensûbekî PKKê jî hatiye kuştin. 2 depo û 13 stargehên PKKê hatine îmhe kirin.

Li stenbolê li Beyoğlûyê jî dora 10 kesên rûpêçandî, bi molotofan êrîşî du heb otobosên belediyê û marketekê kirin. Otobosan di rê de rêwî dibirin. Hat gotin ku agir bi wesaîtan ketiye û ji teref şofêran ve hatiye tefandin. Di hadîseyê de tiştek bi kesî nehat lê xisara maddî qewimî. www.bangaheq.net

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.