Li dezgehên masiyan cihêrengî zêde ye, bihayî li gorî sala borî guncavtir in
Bi destpêkirina baranê re di demsala masiyan de cureyî û pirrî zêde bû. Esnafên masîgir diyar kirin ku li dezgehan gelek cureyên masiyan cîh digirin û bihayên wan jî li gorî sala borî guncavtir in; ji ber vê yekê banga xwarina masiyan li welatiyan kirin.
Li Êlihê bi destpêkirina demsalê re sergehên masiyan tevgeriyan
Li Êlihê bi destpêkirina demsala masiyan re li sergehên masîgiran tevgerî kete navberê. Esnafên masîgir diyar kirin ku bi baranê re di cureyên masiyan de pirrî û bereket zêde bûye û destnîşan kirin ku nexasim ji ber bihayên guncav bala welatiyan a li ser masiyan zêdetir bûye.
"Di masiyan de kêmasî tune ye, bi baranê re bereket zêde bû"
Esnafên masîgir bal kişandin ku nexasim cureyên masiyan ên wekî hamsî, îstavrît, masiyê alayî (alabalık) û palamût bi bihayên guncav pêşkêşî firotanê têne kirin; diyar kirin ku bi bandora zêdebûna cureyan û bihayên guncav bala welatiyan a li ser sergehên masiyan zêdetir bûye.
Esnafên masîgir ku ji nûçegihanê İLKHAyê re axivîn, destnîşan kirin ku di cureyên masiyan de ti kêmasî tune ye û gotin ku bi baranê re bereket zêde bûye.

Abdullah Basut
"Cureyên masiyan kêm nîn in, hemû masî hene"
Esnafê masîgir Abdullah Basut diyar kir ku ew di nav demsaleke bi bereket de ne û got: "Vê gavê di masiyan de kêmasiya cureyan tune ye. Bi baranê re bereketa wê jî dest pê kir. Bi hezar caran şukur ji Xwedê re be. Karê me gelekî baş e. Hemû cure jî hene. Hûn kîjan masiyî bixwazin heye. Di deryayê de hûn çi bixwazin, wekî masiyê ava şirîn çi bixwazin heye. Çi têt hişê we heye. Welatiyan dest bi kirîna masiyan kir. Bihêr jî gelekî erzan in. Yanî li gorî sala borî erzantir in."

"Palamût li gorî sala borî guncavtir e"
Basut li ser bihayên masiyan jî agahî da û diyar kir ku hin cureyên masiyan li gorî sala borî bi bihayên guncavtir têne firotin.
Basut ev îfade bi kar anîn: "Vê gavê kîloya hamsî û îstavrîtê 200 lîre ye. Bihayê sala borî ye. Masiyên alayî (alabalık) 300 lîre ne. Li gorî masiyî bihayê wan diguher e. Palamût îsal gelekî erzan e. Palamûta ku par 550-600 lîre bû, îsal 200-250 lîre ye. Ez teqez masiyan tercîh dikim. Di heftiyê de herî kêm du caran masiyan dixwim. Eger hûn qet ji masiyan hez nekin jî divê hûn bixwin. Ez masiyan tercîh dikim û banga xwarina masiyan li her kesî dikim."

Bilal Altuner
"Sergeh di demeke kurt de vala dibin"
Esnafê masîgir ê din Bilal Altuner ku diyar kir bi destpêkirina demsala masiyan re li sergehan pirrî çêbûye û welatî eleqeyê nîşanî masiyan didin, wiha got: "Di cureyên masiyên me de ti kêmasî tune ye, demsala firotana masiyên me dest pê kir. Bihêr guncav in û masî zêde ne. Masiyên gelekî bedew tên. Her cure heye. Maşallah pirrî û bereket heye. Her cureyê masiyan heye. Sergeh vala dibin, welatî masiyan dikirin. Gel distîne, welatî memnûn in, em jî memnûn in. Bihêr guncav in. Li gorî sala borî erzantir in. Welatiyên ku pênc, şeş û heta deh kîlo masiyan dikirin hene."

"Li gorî sala borî bihayê wan erzantir e"
Altuner diyar kir ku bihêr li gorî sala borî guncavtir in û ev îfade bi kar anîn: "Masiyê ku par 500 lîre bû, îsal di dora 400 lîre, 350 lîre û hin ji wan jî di dora 200 lîreyî de ne. Bihêr baş in. Bila welatî werin masiyan bixwin. Em her roj sergehan tije dikin. Bi hezar caran şukur ji Xwedê re be. Sergeh di demeke kurt de vala dibin. Hineke caran ti masî namînin. Piştî saetekê em dîsa sergehan tije dikin. Em hemû memnûn in. Bi hezar caran şukur ji Xwedê re be."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.