Li dijî PKKê operasyon: 67 binçavî

Li dijî PKKê operasyon: 67 binçavî

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Edenê, Stenbol û Manîsayê di operasyonên ku li dijî PKKê hatin kirin de birêvebirin HDPê jî di nav de tev de 67 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên ku di wextên şeveqê de li dijî birêvebirên HDP yên li Stenbolê hatin kirin de 20 kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn serokê HDPê jî hatiye binçavkirin û di avahiyê de hêj lêgerîn berdewam dike.

Di operasyonên ku li Edenê û navçeyên wê hatin kirin de jî Serokê Bajêra Edenê yê HDPê Huseyîn Beyaz û serokên navçê yên HDPê jî di nav de tev de 25 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên ku li Manîsayê hatin kirin de jî Serokê Bajêra Manîsayê yê HDPê A.E. jî di nav de tev de 5 kes hatin binçavkirin.

Li Enqereyê jî di operasyonên ku hatin kirin de Serokê Bajêra Enqerê yê HDPê Îbrahîm Bînîcî jî di nav de tev de 17 kes hatin binçavkirin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.