Li dijî Rojnameya Sozcuyê operasyona FETO

Li dijî Rojnameya Sozcuyê operasyona FETO

Hat ragihandin 4 kesên ku di Rojnameya Sozcuyê de dixebitin bi hinceta ku li ser navê FETO sûc kirine operasyon hat destpêkirin.

Hat diyarkirin li dijî  4 kesên ku di nav de Burak Akbayê ku xwediyê Rojnameya Sozcuyê jî heye û  tê diyarkirin li ser navê FETO sûc kirine  operasyon hat destpêkirin.

Bi talîmata Serdozgeriya Komare ya Stenbolê  li navnîşanên van 4 kesan operasyon hat destpêkirin.

Hat diyarkirin xwediyê rojnameyê Akbay, Mehdî Olgunê midûrê mesûlê  înternetê ye, Yonca Kaleliya midûrê karên malî ye û muhabîr Gokmen Ulu di nav van 4 kesan de ye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.