Li Diyarbakırê beriya cejnê kontrolên li ser xwarinê hatin zêdekirin
Ji aliyê tîmên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Diyarbakırê ve, beriya Cejna Qurbanê ya ku nêzîk dibe, li seranserê bajêr kontrolên xwarin û xurekê hatin kirin.
Tîmên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Diyarbakırê, beriya Cejna Qurbanê bi armanca misogerkirina ewlehiya xwarinê kontrolên xwe yên li seranserê bajêr zêdetir û hûrûkûrtir kirin. Alîkarê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê Mehmet Halit Gülçer diyar kir ku ji bo welatî bigihîjin xwarineke pêbawer, ew bi 39 personelan ve 7 roj û 24 saetan li qadê ne.
Gulçer ê ku derbarê mijarê de daxuyanî da, anî ziman ku kontrolên periyodîk (demkî) yên ku ji aliyê wezifedarên kontrolkirina xwarinê ve tên meşandin, bi taybetî li ser dezgeh û kargehên ku xurekên bingehîn hildiberînin, tên kirin.

Berdawamiya nûçeya li ser daxuyaniya Mehmet Halit Gülçer bi kurmancî:
Alîkarê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgeha Diyarbakırê Mehmet Halit Gülçer
Gülçer ê ku diyar kir ji ber nêzîkbûna Cejna Qurbanê, kontrolên li kargehên ku bi taybetî şîranî, şekir, berhemên şekirî û berhemên goşt hildiberînin û difroşin hatine zêdekirin, wiha got: "Wekî Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Diyarbakırê, ji ber nêzîkbûna Cejna Qurbanê, ji bo ku welatiyên me bigihîjin xwarineke saxlem û pêbawer, ji zeviyê heta ser sifrê di her qonaxê de kontrolên me tên kirin. Wekî Midûriyeta Parêzgehê, em bi 39 personelan ve 7 roj û 24 saetan li qadê ne. Di salê de nêzî 20 hezar kontrol tên kirin. Di dema kontrolan de, bi taybetî li kargehên ku hilberîn, firotin û xerckirin (tüketim) lê tên kirin, lêkolînên me berdewam dikin. Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, bi taybetî kontrolên li cihên ku şîranî, berhemên şekir û berhemên goşt lê tên hilberandin, tên hûrûkûrtir kirin."
Gülçer anî ziman ku di kontrolan de rêzikên hîjyen û paqijiyê yên kargehan, mercên parastin û depokirina xwarinê, hîjiyena kesane ya xebatkaran û dîroka bikaranîna dawî ya berheman bi baldarî tên lêkolînkirin û wiha axivî: "Di dema kontrolan de, li ser esasên hîjyen û paqijiyê yên kargehan, mercên parastin û depokirina xwarinê, hîjiyena kesane û dîroka bikaranîna dawî ya berheman tê sekinandin û bal tê kişandin ser van mijaran. Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re, wezifedarên me yên kontrolkirina xwarinê bi taybetî li qadê kontrolên xwe bi awayekî hûrûkûrtir û bi baldarî dikin."



Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.