Li Dîyarbekir avahîyekî 5 qatî hilweşîya

Li Dîyarbekir avahîyekî 5 qatî hilweşîya

Li navçeya Sura Dîyarbekirê avahîyekî 5 qatî yê ku di erhejê de giran xesar dîtibû hilweşîya.

Avahîya 5 qatî yê ku li Taxa Îskenderpaşaya navçeya Surê ye hilweşîya. Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî, polês, AFAD û zabita hatin sewqkirin.

Avahîya ku ji ber erdheja li Mereşê pêk hatibû zerarê dîtibû berê hatibû valakirin.

Ji ber ku avahî valabû pêşîya felaketekî mezin hat girtin, li derdorê ewlehîyekî mezin hat girtin û di nav avahîyê de lêkolîn hat kirin.

Avahîyên derdora avahîya ku hilweşîyane jî ji ber tedbîrê hatin valakirin.

Lêkolînên ekîban hêj berdewam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.