Li Çinarê balîsok çêbû

Li Dîyarbekira ku germeke zêde tesîrdar dibe balîsok çêbû û ev balîsok di telefonên karkeran de xuya bû.

Hat destnîşankirin ku li gundê Xirbêsîtila ku girêdayê navçeya Çinara Dîyarbekirê ye balîsok xuya bû.

Balîsoka ku dem bi dem mezin bû di karkeran de bû sedema tirsê. Îbrahîm Gîzlîyê karker axivî û got ku ew ji mezinbûna balîsokê gelek tirsîyane.

Gîzlî, di axavtina xwe de weha got, “Em di nav ‘erd de dişxulîyan. Balîsokek ji nişkavde çêbû û di demeke kurt de mezin bû. Dema ku me dît balîsok mezin bû em tirsîyan û gotin ‘Înşaalleh ew ê negihîje gund’ û me dia kir. Ger ku balîsok mezin bibûna û bigihîştana gund û nav ‘erdan him ew ê banên xanîyên gund xira bibûna û him jî ‘erdên me zirarê bidîya. Ji xwe karkerên ku di nav ‘erd de dixebitîyan dema ku balîsokê dîtin him tirsîyan û him jî şaşwazî bûn. Hemd ji Xwedê re ku tiştekî wisa çênebû.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.