Li Diyarbekir, Cadde û Riya Rûhayê Bûye Tirsa Millet
Li Diyarbekir, cadde û riya Rûhayê bûye tirsa millet. Lewra ev serê çend meha ye ku, di riya Rûhayê de xebat dest pê kiriye.
Li Diyarbekir, cadde û riya Rûhayê bûye tirsa millet. Lewra ev serê çend meha ye ku, di riya Rûhayê de xebat dest pê kiriye. Feqet ji ber ku riyên alternatîf nehatine amade kirin û riya Rûhayê jî hatiye betal kirin, millet û wesaît, di riyên ne rê de, perîşan in.
Piştî ku berf û baran bariya, van riyên li ber riya Rûhayê, ji riyên gundan xerabtir bûn, di bin av û heriyê de man. Kert û kort û çal di wan de çêbûn, êdî ji wesaîtan re hew bikêr tên. Nexasim ehlê derûdora nexweşxana jînekolojî, hala nû, otogar û sanayî şerpeze ne, wesaît di rê de li hev sar dibin, ne asfalt maye, ne tamîrat heye. Milletê li van dera dimînîn û dixebitin, pir gazina ji xemsarî û guhnedengiya Karayollari û Belediyê dikin.
Ji ehlê herêmê Doğan Çelem wiha îfade kir “Me muracaetî belediya Kayapinarê kir, lê tu cewab nedan me. Wezîfedarên belediyê dibêjin ku niha nikarin esfalt bikin, me got madem niha asfalt nabe, ji bo ku nebe herî bila bê qûmkirin û mûcûr kirin. Dîsa gotin ku di destê wan de mûcûr nemaye.”
Xwedyê wesaîtan jî beyan dikin ku tiştên qezenc dikin, li mesrefê wesaîtên xwe didin.
Bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.