Li Dîyarbekir ciwanek di nav erebeyê de mirî hat dîtin

Li Dîyarbekir ciwanek di nav erebeyê de mirî hat dîtin

Li Dîyarbekir ciwaneke 23 salî yê ku ji wî xeber nedihat girtin, ji teref eqrebeyên wî ve di nav erebeyê de mirî hat dîtin.

Mesele li Taxa Talaytepeya navçeya Kayapinarê pêk hat.

Li gorî îddîayan di seatên êvarê de ji Suleyman Karaboga xeber nedihat girtin û eqrebeyên wî jî xeberê dan polêsan.

Hat destnîşankirin ku Suleyman Karaboga ji teref eqrebeyên wî ve di nav erebeya bi plaqaya 21 BA 133 de hat dîtin û cama erebeyê ya paşîn hat şikandin û derê erebeyê hat vekirin.

Mesele ji polês û ekîbên tenduristîyê re hat dîyarkirin û ji cîhê meseleyê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat daxuyandin ku Suleyman Karabogayê ku di nav erebeyê de bû canê xwe ji dest daye.

Ceseda Suleyman Karaboga ji bona ku otopsî bê kirin bi ambûlans hat rakirin Sazîya Tipa ‘Edlî.

Polês jî di erebeyê de lêgerîn kir û derheqê mirina Suleyman Karaboga da tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)
https://youtu.be/0RhVUUkQag4

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.