Li Dîyarbekir di navbera du koman de pevçûn: Mirîyek

Li Dîyarbekir di navbera du koman de pevçûn: Mirîyek

Li navçeya Yenîşehîra Navend Dîyarbekir di navbera du koman de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de kesek mir 2 kes jî birîndar bûn.

Mesele, di seat 16.15 de li Kuçeya 44emîna Taxa Şehîtlîxê yê ku girêdayê navçeya Yenîşehîrê ye pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di navbera du koman de sebeba wê nayê zanîn ku gelemşe derket û ew gelemşe jî bi derxistina çekan vegerîya pevçûnê.

Di encama pevçûnê de M.E., E.S. û A.E birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê meseleyê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Seleheddîn Eyyûbî. Ji birîndaran M.E. jî digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler