Li Diyarbekir F-16 ket
DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê balafireke F-16 dema ku xwe didanî erdê ket, hat hînbûn tiştek bi pîlotê balafirê nehatiye.
Hat ragihandin li Diyarbekirê balafir F-16 dema ku xwe didanî balafirxanê li gireke ku nêzî beldeya Çarikliya Diyarbekirê ye qelibî. Hat hînbûn di encama ketina balafirê de tiştek bi pîlot nehatiye û rewşa wî baş e. Ji ber ketina balafirê perçeyên balafirê li derdorê belav bûn. Ji ber îxtîmala înfîlaknekirina muhîmata balafirê eskeran destûr neda ku endamên çapemeniyê têkevin cihê bûyerê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.