Li Dîyarbekir pevçûna bi çek: 4 birîndar

Li Dîyarbekir pevçûna bi çek: 4 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Dîyarbekir di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê de 4 kes birîndar bûn û kesên ku ketine nav şer jî hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 komên ku di nav wan de neyartî hebûn di 7ê Tebaxê roja Yekşemê de li navçeya Rezan leqayê hev hatin û S.Çyê ku bi motorbisiqletê hat cihê bûyerê demençeyê xwe derxist û berê neyarê xwe de. Li ser vîya K.A jî demençeyê xwe derxist û berê hevdû dan.

Hat hînbûn ku di encama pevçûnê de S.Ç., K.A. û 2 kesên ku di rê de derbas dibûn û hêj navê wan nehatine hînbûn birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê pevçûnê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

K.A, M.A. û S.Ç. yên ku di qamerayên ewlehîyê de hatin tespîtkirin ji teref polêsan ve hatin binçavkirin. Di encama muameleya ku li ewlehîyê hat kirin de K.A û birayê wî M.A. hatin girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.