Li Diyarbekir rejima siyonist hat tel’înkirin

Li Diyarbekir rejima siyonist hat tel’înkirin

Li bajarê herî mezin ê Kurdistana Bakur, li Amedê, bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn.

Di xwepêşandanên ku ji teref HUDA PARê ve li gelek parêzgehan hat lidarxistin de xwepêşanderan êrîşên li ser Filistîniyan û Mescîda Eqsayê şermezar kirin û bang li welatên Îslamî kirin ku ji bo rawestandina hovîtiya siyonîstan gavan bavêjin.

Li bajarê herî mezin ê Kurdistana Bakur, li Amedê, bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn.

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê yê Faruk Dînç di çalakiyê de axivî û diyar kir ku rejima îşxalker a siyonîst her roj êrîşên xwe yên hovane yên li ser Filistîn û Mescîda Eqsayê zêde dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Rejîma Siyonîst bi bombeyên gazê, fîşekên rastîn û fîşekên lastîkî êrişî kesên ku nimêj dikin û murabîtan kir û di encamê de bi sedan Filistînî birîndar bûn û bi sedan kes jî hatin revandin û êsîrgirtin. Ev êrîşên hovane û wehş nayên qebûlkirin. Em van êrîşan şermezar dikin. Em şehadeta şehîdên xwe yên ku ji bo rûmeta Mescîda Eqsayê bûn mertal hatin qetilkirin pîroz dikin û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin."

"Asayîbûna bi rejîma siyonîst re dê zirarê bide doza Qudsê"

Dînç bal kişand ser vê yekê ku heta îşxala siyonîst hebe dê ev êrîş û êş û azar bidomin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêya bidawîkirina van êrîş û îşxalê ne çareserîya du dewletî û asayîkirina peywendiyên bi rejîma îşxalker re ye. Dîrok şahidiyê dike ku ne wisa ye. Her cure têkilî bi Rejîma Siyonîst re dê doza Qudsê bi tenê bihêle û qels bike, êrişên ser Eqsayê zêdetir bike û bibe sedema berfirehkirina dagîrkerî û talanê. Divê ti misilman vê yekê qebûl neke.Rêya yekta ya rawestandina cinayetên rejîma siyonîst azadkirina Filistînê ji dagirkeriyê ye. Bidawîkirina îşxala siyonîst encax bi dengvedana berxwedana bi rûmet a gelê Filistînê, bi seferber kirina her awayî û piştgirîkirina wan di her dem û cihan de dibe."

Sibeha roja şemiyê, êrişên hêzên siyonîst li nav Mescida Eqsayê berfireh bûn û êrişî hewşê mizgeftê kirin û êrişî nimêjkeran kirin û zêdetir ji 150 Filistînî birîndar kirin û 400 kesên din jî revandin. Demeke kin beriya bûyerê, komeke olî ya tundrew a cihû ya bi navê Vegera Çiyayê ragihandibû ku wê di cejna Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan de li hewşa Mescîda Eqsayê -ku navê wê Çiyayê Perestgehê ye- qurbankirina heywanan bikin.

Di meha Remezanê ya sala borî de, xwenîşandanên bi şev li Qudsê û pevçûnên li baregeha Eqsayê veguherî şerekî 11 rojî di navbera Rejîma îşxalker a siyonîst û komên berxwedêr ên Filistînê de. (ÎLKHA)
https://youtu.be/mGpPbncjWCQ

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.