Li Diyarbekir Şer

Li Diyarbekir Şer

Li Çola Karas û Licê 2 Esker Hatin Kuştin

Xeberan da zanîn ku li Diyarbekir li çola Karas û Licê, di operasyona eskeriyê de, astsûbayek û ûzman çawîşek hatine kuştin. Ewilî wesaîtek eskeriyê pêl mayinê dike. Piştî teqînê di dema esker li herêmê operasyonê rast dike, ji teref mensûbên PKKê ve li wan êrîş tê kirin. Astsûbayek û ûzman çawîşek tên kuştin.

Dîsa li gor xeberan hat îfade kirin ku li Nisêbînê, eskeriye bi tanqan tetbîqat dike. Tetbîqat li sînorê Tirkiye û Sûriye, bi amanca ceribandina kabîliyeta lez û manewraya tanqan tê li dar xistin. Hat gotin ku wê tetbîqat çend rojan dewam bike.

Li aliyê din li Licê di operasyona narkotîkê de, zêdetirî 3 tonan tîryak û 530 kok kenewîrê hînd hatine girtin. Li ser hadîseyê 2 kes hatin desteserkirin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.