Li Diyarbekir Şewat
Do bişev li Diyarbekir li mehela Bağlarê, di bînayekê de şewat derket. Li ser hadîseyê gelek polîs, ambulans û ekîbên îtfaiyê çûn devera bûyerê
Do bişev li Diyarbekir li mehela Bağlarê, di bînayekê de şewat derket. Li ser hadîseyê gelek polîs, ambulans û ekîbên îtfaiyê çûn devera bûyerê. Ekîbên agirkujiyê, ji ber êzingên li ber xanî, demekê nikaribûn mudaxela şewatê bikirina.
Hat gotin ku di xanî de 3 malbat dijîn. Di hadîseyê de zarokek can da. Pirrê wan zarok, 15 kes jî birîndar bûn. Ji malbat, polîs û ekîbên îtfaiyê hinek kes jî êşiyan.
Li aliyê din, li Kastamonû li qeza Înebolûyê, ji ber agirê sobê şewat bi malekê ket. Xaniyê du qat, yekser şewitî. Di hadîseyê de kesekî can da. Cenaza wî ji bo otopsiyê, birin saziya tiba edliya ya Enqerê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.