Li Diyarbekirê 11 ton esrar hat bidestxistin
Di operasyonên ku li Diyarbekirê li dijî tacirên tiryakê hatin lidarxistin de 11 ton esrar û 13 hezar û 258 kenewîrên kok hatin bidesxistin.
Li navçeya Licêya Diyarbekirê li dijî tacirên tiryakê operasyon hat lidarxistin, li gor daxuyaniya walîtiyê di 3 operasyonên ku hatin lidarxistin de 10 ton û 256 kîlo esrarê kubar, 700 kîlo esrarê toz û 13 hezar û 258 kenewîrên kok hatin bidesxistin.
Her wiha hat ragihandin 3 kes di operasyonan de hatine binçavkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.