Li Diyarbekirê 2 ton û 800 kîlo teqemenîû gelek muhîmat hat bidestxistin

Li Diyarbekirê 2 ton û 800 kîlo teqemenîû gelek muhîmat hat bidestxistin

Di operasyona ku li Pasûra Diyarbekirê hat kirin de2 ton û 800 kîlo teqemenî ûgelek çek û muhîmat hat bidestxistin.

Walîtiya Diyarbekirê derbarê operasyona ku gundika Şenyaylaya gundê Alacaya Pasûrê hatiye kirin de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat ragihandin operasyon şeveqê dest pê kiriye û êvarî bi dawî bûye û di encama operasyonan de 2 ton û 800 kîlo teqemenî hat bidestxistin.

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de muhîmat  û çekên ku hatine bidestxistin wisa hatin birêzkirin:

“10 AK-47 Keleşkof, RPG-7 Roketavêj, hezar û 500 lib berikên Keleşkofan, 4 hezar û 700 lib berikên bîksiyê, 10 muhimatên roketavêjên antî-personelê,  15 muhimatên roketavêjên antî-tanqê, M15 mayina antî tanqê, 25 lin  fîşekên sewkê yên roketavêjê, 10 lin bombeyên destan, 2 ton û 800 kîlo teqemeniya ku bi amonyum nîtratê hatiye amedekirin, 2 heb şarjorên Keleşkofê, telsizê wesayîtê û 300 metro qeblo.”

ÎLKHA











HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.