Li Dîyarbekirê 220 donim ‘erd şewitî

Li Dîyarbekirê 220 donim ‘erd şewitî

Hat destnîşankirin ku li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê di 220 donim ‘erdê ku genim û ceh tê de hatibû çandin de agir derket û ji teref gundî û ekîbên îtfaîyeyê ve hat tefandin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li gundê Xuşxuşa navçeya Kayapinarê di nav ‘erdê ku aîdê Mehmet Emîn Aydin û Musa Aydin e de ji ber dîreka ceryanê agir derket.

Agira ku derket bi tesîra bayê di demeke kurt de belav bû û nêzê 220 donim ‘erdê ku genim û ceh hatibû çandin bû wek xelîyê.

Welatîyên ku agirê dîtin xeberê dan ekîbên îtfaîyeyê û dû re bi îmkanên xwe midehele li agirê kirin.

Ekîbên ku hatin cihê meseleyê jî midehele li agir kirin û di nav seatek de agirê tefandin.

Rêya Dîyarbekir-Rihayê jî ji ber ku alav gihîştibûn ceddeyê ji çûndin û hatina erebeyan re hat girtin.

Tehqîqata ekîbên cendermeyê hê jî berdewam dike. (ÎLKHA)

https://youtu.be/iglTshKs0og

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler