Li Diyarbekirê 56 kîlo toza esrarê hat desteserkirin

Li Diyarbekirê 56 kîlo toza esrarê hat desteserkirin

Li navçeya Rezanê (Bağlar) a Diyarbekirê, di lêgerîna ku li ser wesayîtek ji aliyê tîmên polîsan ve hat rawestandin de, 56 kîlogram toza esrarê hat desteserkirin û 2 gumanbar hatin binçavkirin.

Ji aliyê tîmên Rêveberiya Şaxê ya Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîkê ya Emniyeta Bajar ve, di çarçoveya têkoşîna li dijî bikaranîn û firotina madeyên hişbir de li seranserê bajar operasyon hat lidarxistin.

Di lêgerîna ku li ser wesayîtek ji aliyê polîsan ve li navçeya Rezanê hat rawestandin de, 56 kîlogram toza esrarê hat desteserkirin.

Hat ragihandin ku 2 gumanbarên di çarçoveya operasyonê de hatine binçavkirin, dê piştî karûbarên li emniyetê sewqî meqamên dadî bêne kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.