Li Diyarbekirê barana ku bariya jiyanê sekinand
Li Diyarbekirê barana ku bênavber bariye li hinek deran trafîkê sekinand û li hinek deran jî ajokar digel wesayîtên xwe di nav avê de man.
Barana ku di derdora nîvro de dest pê kir li xaçerêyên bi pir û di bihûrîna jêr de bû sedem ku trafîk bisekine. Hinek wesayît digel ajokarên xwe di nav avê de man. Ajokar ji teref ekîbên îtfaiye û UMKEyê ve hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.