Li Diyarbekirê beriya Cejna Qurbanê liv u tevgera otogarê zêde bû: Rêwî ji bihayên bilêtan bîzar in

Li Diyarbekirê beriya Cejna Qurbanê liv u tevgera otogarê zêde bû: Rêwî ji bihayên bilêtan bîzar in

Bi nêzîkbûna Cejna Qurbanê re li Termînala Otobûsan a Navbajarî ya Diyarbekirê qelebalixî zêde bû. Xwendekar û welatiyên ku dixwazin biçin serdana memleketên xwe diyar kirin ku bihayên bilêtan roj bi roj diguherin û zêde dibe.

Beriya Cejna Qurbanê li Otogara Diyarbekirê liv û tevgereke mezin heye. Qelebalixiya rêwiyan a ku li termînalê zêde dibe balê dikişîne û nexasim di vegerên ji bajarên rojava de rêjeya tije-bûna seferan bilind bûye.

Rêwî ji zêdebûna bihayên bilêtan û guhertinên demkî bi gazinc in; fîrme jî diyar dikin ku ji bo bixihîjin daxwazan, seferên zêde danîne.

“Min ji CÎMERê re nivîsî, min tu encam negirt”

Xwendekar Mehmet Ali Coşkun ê ku ji bo biçe memleketê xwe Semsûrê (Adıyaman) hat otogarê, da zanîn ku demeke dirêj e malbata xwe neditiye û bertek nîşana rûmeta bihayên bilêtan da.

Coşkun wiha axivî: "Ez diçim memleketê xwe Semsûrê. Ez li vir dixwînim, xwendekar im. Bîriya malbata xwe kiriye. Ji vir heta Dîlokê (Gaziantep) 400 kîlometre ye, heta Semsûrê 200 kîlometre ye; lê tevî vê yekê jî bihayê bilêtan wekî hev e. Min ji CÎMERê re nivîsî, lê min tu encam negirt. Diyar e ku bazara serbest e. Min bilêt bi 500 TLyî kirî, nîv saet bişûnde otobûseke din diçe, bihayê bilêta wê 750 TL ye. Di bergeha (erefe) cejnê de dibe ku weha dikin. Dema xwendekar diçin walîtiyê û bilêta xwe nîşan didin, pereyê bilêtê paşve didin wan. Min ev yek ceriband, lê pir bi paş ve dixin (ertelerler). Karkerên li wir wisa tevdigerin qey qorûşê ji berîka xwe didin. Gava wusa dibe, mirov naxwaze biçe jî."

“Bihayên bilêtan hinekî giran in”

Xwendekara pola 6an a Fakulteya Bijîşkiyê ya Zanîngeha Dîcleyê Deniz Özavcı jî diyar kir ku ew ê ji bo cejnê biçe Semsûrê, û anî ziman ku her çend kelecana cejnên berê kêm bûbe jî, dîsa berdewam dike.

Özavcı wiha axivî: "Ez li Zanîngeha Dîcleyê xwendekara pola 6an a bijîşkiyê me. Ji bo ku biçim Semsûrê hatim otogarê. Wekî berê nebe jî, dîsa kelecanek heye. Ez difikirim ku nêzîkî hefteyekê li memleket bimînim. Bi giştî bihayên bilêtan ji bo xwendekaran hinekî şor in (biha ne)."

Faruk Çiçek ê ku ji Îzmîrê bi rê ketiye û diçe memleketê xwe Rihafê (Şanlıurfa), da zanîn ku ew ê ji malbata xwe re surprîzekê bike. Çiçek ê ku diyar kir ji ber perwerdehiya zanîngehê demeke dirêj e ji malbata xwe dûr maye, wiha got: "Bi asayî ez di 6 mehan de carekê têm. Vê carê tu kesî ji hatina min nizane."

“Bihayên bilêtan roj bi roj zêde dibin. Bila çareseriyekê ji bo vê bibînin”

Xwendekar Fırat Okan jî da xuyakirin ku ew li şûna ku betlaneya cejnê bi malbata xwe re derbas bike, ji bo xebatê diçe Bodrumê. Okan got: "Ji ber ku di cejnê de dê qelebalixî hebe gazî min kirin, ez jî ji bo xebatê diçim."

Ahmet Yıldız ê ku li Zanîngeha Mardin Artukluyê perwerdehiya bijîşkiyê dibîne jî, diyar kir ku ji bo biçe memleketê xwe Wanê hatiye otogarê û ji ber lêçûnên gihandinê yên ku zêde dibin bi gazinc bû. Yıldız wiha peyivî: "Bihayên bilêtan roj bi roj zêde dibin. Min bilêta xwe bi 1500 TLyî birî. Bila çareseriyekê ji bo vê bibînin."

“Ji ber cejnê seferên me yên zêde jî hatine vekirin”

Berpirsên fîrmayên otobûsan dan zanîn ku di serdemeke ku tenê çend roj ji betlaneya cejnê re mane de, liv û tevger roj bi roj zêde dibe. Nûnerên fîrmayan diyar kirin ku nexasim di vegerên ji bajarên mezin ên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Bursayê yên ber bi Diyarbekirê de qelebalixiyeke mezin heye û li ser gelek xetan seferên zêde (ek sefer) ketine dewrê.

Berpirsan her weha anîn ziman ku sedema bingehîn a zêdebûna bihayên bilêtan lêçûnên sotemeniyê (akaryakıt) ne. Wan destnîşan kir ku di serdemên cejnê de daxwaz bilind dibin, lê bihayên bilind bi giranî ji ber lêçûnên ku zêde bûne derdikevin holê.

Berpirsê fîrmayê Abdullah Karyel ê ku da xuyakirin qelebalixiya cejnê dest pê kiriye, anî ziman ku li ser rûgehên (güzergâh) Diyarbekir, Mereş û Hatayê seferên zêde hatine vekirin. Karyel wiha got: "Qelebalixî heye maşallah. Ji ber cejnê seferên me yên zêde jî hatine vekirin."

Mûawin Serhat Boykut jî bal kişand ser lêçûnên ku her ku diçe zêde dibin û diyar kir ku hinek sefer di çûnê de vala ne, lê di vegerê de bi temamî tije ne. Boykut wiha peyivî: "Sotemenî (mazot) bûye 70 TL. Em ji vir vala diçin, lê veger tije ne."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.