Barana zêde li Dîyarbekirê jiyanê felç kir
Barana zêde ya li Dîyarbekirê tesîrek xerab li ser jiyana rojane ya li seranserê bajêr kir. Kombûna avê li ser rêyan, rûyê rêyan ê zirar dîtî û binesaziya nebaş bû sedema astengiyên girîng di veguhastinê de û trafîka bajêr rawestiya.
Piştî barana zêde li bajêr, li gelek kolan û rêyan golên mezin çêbûn. Ji ber nekarîna valakirina ava baranê, rê bûn wek gola avê, ji ber vê yekê şofêr çûnûhatina wan zehmet bû. Li hinek deveran, bilindbûna asta avê bû sedema ku wesayît asê bimînin, û herikîna trafîkê bi giranî asteng bû.
Welatiyan, bi taybetî yên ku wesayîtên giştî bi kar tînin, zehmetiyan kişandin. Kesên ku li rawestgehên otobûsan li bendê bûn, ji bo ku siwar bibin, neçar man ku di navbera otobûs û rawestgehê de di nav deverên tijî av de derbas bibin. Deverên li dora rawestgehan veguherîbûn golên avê, zehmetiyên kesên ku di hewaya baranê de wesayîtên giştî bi kar tînin hîn girantir kirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.