Li Diyarbekirê bi hezaran zarok beşdarî bernameya 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' bûn

Li Diyarbekirê bi hezaran zarok beşdarî bernameya 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' bûn

Çalakiya dawîn a bernamên 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' ku ji aliyê Weqfa Evîndarên Pêxamber ve hatibû organîzekirin, li Diyarbekirê bi beşdariya bi hezaran zarok û malbatan hat lişandan.

Piştî perwerdeya nimêjê ya ku li çar aliyê Diyarbekirê ji bo zarokên temenê wan di navbera 7-12an de hatibû dayîn, bernameya dawîn bi çalakiyên ku li ber Mizgefta Mezin (Ulu Cami) ya dîrokî dest pê kirin berdewam kir.

Bi hezaran zarokên ku li ser kincên wan nivîsa 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' hebû, bi pankartên di destê xwe de li ber Mizgefta Mezin hatin cem hev. Zarokên ku li vir kortêj ava kirin, bi dirûşmên 'Jiyan bi Nimêjê Xweş e' û bi pankartên li ser mijara nimêjê ya di destên xwe de meşiyan.

Paşê zarok derbasî Qada Mizgefta Kurşunluyê bûn û beşdarî bernameya li wir hatî amadekirin bûn. Di bernameya ku bi pêşkêşvaniya Cihad Kaplan dest pê kir de zarokan bi yek dengî îlahî gotin.

Di çarçoveya çalakiye de ji aliyê Koma Şanoyê ya Dîmenên ji Sûrê ve lîstikên Hacivat-Karagöz û Keloğlan u Nasreddin Xoca hatin nîşandan. Di nîşandanên ku zarok bi meraq şopandin de, bi vegotinên xweş û dilxweşker pênasîn û peyamên cihêreng ên derbarê agahiyên bingehîn ên dînî de hatin dayîn. Piştî nîşandanan, bi xwendina ezana esrê re zarokan bi civatê re nimêj kir.

Piştî nimêjê bername bi lîstik û çalakiyên cihêreng ên ji bo zarokan berdewam kir. Zarokên ku di parkên lîstikan ên hatine sazkirin de bi dilê xwe şa bûn, di dawiya bernameyê de kêliyên xweş jiyan.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.