Li Dîyarbekirê di bana avahîyekî de şewat derket: 2 îtfaîyevan birîndar bûn

Li Dîyarbekirê di bana avahîyekî de şewat derket: 2 îtfaîyevan birîndar bûn

Li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê di bana avahîyekî de şewateke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat, şewat bi midaxeleya îtfaîyeyê hat tefandin, avahî hat tehlîyekirin lê 2 îtfaîyevanên ku ji bo tefandina agirê çûbûn ser banê ketin xwarê û birîndar bûn.

Şewat, li Zana Marînaya Bûlwara Mezopotamyaya ku girêdayê Taxa Firatê ye pêk hat.

Şewata ku di bana avahîyê de derket, di demek kurt de mezin bû û avahî hat tehlîyekirin, şewat jî bi midexeleya îtfaîyeyeê hat tefandin.

Di encama şewatê de 2 îtfaîyevanên ku ji bona şewatê bitefînin çûbûn ser bana avahîyê ketin xarê û birîndar bûn.

2 îtfaîyevanên ku ketin xwarê, piştî midexeleya ewqil a tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran giran in.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.